Söyleşi: Psychology Kurdî Dergisi Editör Ekibiyle Söyleşi
Aydın Bayad
Bielefeld Üniversitesi, Disiplinlerarası Çatışma
ve Şiddet Araştırmaları Enstitüsü (IKG), Dr.
Fırat Altun
Psikolog
|
Yayın hayatına 2016'da başlayan Psychology Kurdî dergisi psikolojiyi Kürtçenin penceresinden keşfetmek için önemli bir platform olarak ortaya çıktı. Dergi şu ana kadar kimlik ve aidiyet temalarından toplumsal travma ve direnişe kadar, Kürt tarihi ve deneyiminin derinliklerine işlemiş psikolojik olgular üzerine çokça çalışma ve çeviriye yer verdi. Psychology Kurdî Kürtçenin bir zamanlar yasaklı olduğu Türkiye’de dilin direncini vurgulamakla kalmıyor, aynı zamanda onu psikoloji alanında bir kullanışlı araç hâline getirmeye de çalışıyor. |
Kovara Psychology Kurdî ku di sala 2016an de dest bi weşanê kiriye, ji bo naskirina derûnnasiyê ji pencereya zimanê kurdî wekî platformeke girîng derketiye holê. Di kovarê de gelek xebat û wergerên li ser mijarên derûnî, ji nasname û aîdiyetê heta trawmaya civakî û berxwedanê cih girtiye ku di dîrok û tecribeya kurdan de hene. Psychology Kurdî ne tenê balê dikişîne ser berxwedana ziman li nav Tirkiyeyê ku kurdî demeke direj qedexe bû, di heman demê de hewl dide zimanê kurdî di warê derûnnasiyê de bibe amûreke bikêrhatî. |
|
Bir fenomen olarak Psychology Kurdî |
Psychology Kurdî wekî fenomenekê |
|
Sohbetimizin yer bulduğu mecra açısından teşbihi mazur görün ama bence yaptığınız iş tam anlamıyla ‘çılgınlık’: 100 yılı aşan geçmişine rağmen Türkçede bile kavramsal karmaşanın hâkim olduğu bir alanda, siz hem uygulama hem de yayınlarınızı Kürtçe yapıyorsunuz. Psychology Kurdî mecrasının varlığı başlı başına bir fenomen. Evvela şunu sormak isterim; neden böyle bir mecra ihtiyacı hasıl oldu? |
Ji kerema xwe re analojîyê biborînin, lêbele ez bawerim ev gotin guncaw e li cihê ku hevpeyvîna me lê pêk tê: xebata we bi tevahî dînîtî ye! Hûn hem weşanên xwe bi kurdî pêk tînin hem jî di qadekê de ku tevliheviya têgihî/termî piştî dîrokeke 100 salan zêdetir hê jî di tirkî de heye. Hebûna medyaya Psychology Kurdî bi serê xwe bûyereke balkêş e. Berî her tiştî, ez dixwazim vê bipirsim; çima hewcedarî bi vê çêbû? |
|
Bildiğiniz gibi Kürt dili uzun yıllar baskı ve zulme maruz kaldı, üstelik bu baskılar hâlâ devam ediyor. Öncelikle, dilimiz hor görülüyor ve yalnızca bir konuşma dili olarak düşünülüyor. Çoğu kişi Kürtçe ile bilim yapılamayacağını sanıyor. Aslında bizim temel amacımız Kürtçenin zenginliğini daha iyi ortaya koyup, onunla psikoloji üzerine konuşulabileceğini, bilimsel çalışma ve incelemeler yazılabileceğini göstermekti. Bu işe koyulduğumuzda psikoloji alanında şimdiye kadar hiç Kürtçe derginin çıkarılmadığını ve Kürtçe’nin Kurmancî lehçesinde psikoloji terimlerinin bulunmadığını fark ettik. Bu yüzden de işimiz zorlaştı. Gerçi bir diğer amacımız da bu dergiyle birlikte Kürtçe psikoloji terimlerini yavaş yavaş bulup toparlamak ve onları kullanmaktı. Biz de bu boşluğu doldurmaya gayret ettik ve bu alanda yazı, çeviri, çalışma ve incelemelerle Kürtçe bir kaynak oluşturmaya niyet ettik ki, insanlar psikoloji konusunda yazmak istediklerinde bunlardan faydalanabilsin. |
Weke ku hûn jî dizanin zimanê kurdî bi salan rastî zext û zordariyan hatiye û ev zext û zordarî hê jî didomin. Berî her tiştî bi çavekî piçûk li vî zimanî dinêrin û dibêjin qey ev ziman tenê zimanê axaftinê ye. Gelek kes di wê baweriyê de ne ku bi vî zimanî zanist nikare bê kirin. Jixwe armanca me ya yekem ew bû ku em dewlemendiya zimanê kurdî bêhtir nîşan bidin da bê dîtin ku mirov dikare bi vî zimanî behsa derûnnasiyê jî bike, xebat û lêkolînên zanistî binivîsîne. Wexta me dest bi vê xebatê kir, me dît ku di qada derûnnasiyê de heya niha ti kovarên derûnnasiyê yên bi kurdî derneketine û termên derûnnasiyê yên bi kurmancî jî tune ne. Ji ber vê yekê jî karê me zehmettir bû. Jixwe armanceke me ye din jî ew bû ku em bi vê kovarê re hêdî hêdî wan termên derûnnasiyê yên kurdî jî bibînin, bidin hev û wan bi kar bînin. Me bixwe hewl da em valahiyekê dagirin û nêta me ew e em di vê qadê de bi nivîs, werger, xebat û lêkolînan bo zimanê kurdî çavkaniyekê ava bikin da ku wexta kesekî xwest derbarê mijareke derûnnasiyê tiştekî bi kurdî binivîse jê sûd werbigire. |
|
Kürt meselesi çok katmanlı ve çetrefilli bir problem. Hâlâ sınırlı olsa da Türkiye’den psikologlar da son 15-20 yıldır bu konuda söz ve bilgi üretmeye başladı. Bu alanda çalışan biri olarak diyebilirim ki, bu çalışmaların büyük kısmının amacı hâlâ duruma veya soruna dair kamuoyu oluşturmaktan ibaret. Yanılmıyorsam 12. Eleştirel psikoloji sayınız hariç siz ise ağırlıklı olarak genel psikoloji içinden psikolojik süreçlere dair konulara odaklanıyorsunuz. Bu tercihinizin özel bir sebebi var mı? |
Meseleya kurdan pirsgirêkeke pirreng û tevlihev e. Herçiqasî hê kêm be jî, derûnnasen Tirkiyeyê di 15-20 salên dawî de dest bi axaftin û lêkolîna vê mijarê kirin. Wekî kesekî ku di vî qadê de dixebite, ez dikarim bêjim armanca piraniya van lêkolînan hê jî avakirina hişmendiya giştî ya pirsgirêkê an rewşê ye. Heke ez ne şaş bim, xêncî hejmara we ya 12an a derûnnasiya rexneyî, hûn bi taybetî li ser mijarên têkildarî pêvajoyên derûnî yên derûnnasiya giştî de disekinin. Gelo sedemeke taybet heye ji bo vê tercîhê? |
|
Dergi olarak psikolojinin tüm konularıyla ilgileniyoruz. Amacımız sadece genel psikoloji konularına yer vermek değil. Eleştirel psikoloji dosyamızın yanı sıra toplumsal ve politik birçok konuyla ilgili başka dosyalara da yer verdik. Çocuk, Savaş ve Travma; Travma Terapisi; Yas ve Matem; Dil ve Eğitim Psikolojisi, Sosyal Psikolojisi, Göç ve Göç Psikolojisi bu dosyalardan bazıları. Dergi olarak Kürt politikası, toplumsal sorunlar ve ruh sağlığı konuları arasında ayrım gözetmiyoruz. Kürt psikolog ve tüm sosyal bilimcilerin çalışmalarında asimilasyon politikalarına ve engellemelere işaret ederek, dekolonizasyon çabalarına girişmeleri birçok açıdan önemlidir. Zira günümüzde Kürtlerin kültürel, dilsel ve sosyal kimliği ayaklar altına alınıyor. Bir diğer amacımız da bu haksızlığa karşı mücadele etmektir. |
Em weke kovarê bi hemû mijarên derûnnasiyê re eleqedar in. Armanca me ne ew e ku em tenê cih bidin mijarên derûnnasiya giştî. Ji bilî dosyeya me ya derûnnasiya rexneyî me cih da gelek dosyeyên din ku bi mijarên derûnnasiya rexneyî, civakî û polîtîk re têkildar in. Zarok, şer û trawma; derûndermaniya trawmayê; şîn û şûn; ziman û perwerdehiya derûnî, derûnnasiya civakî; koçberî û derûniya koçberiyê hin ji van dosyeyên me ne. Em wekî kovarê têkiliya polîtikayên li ser kurdan, pirsgirêkên civakî û tendirustiya derûnî ji hevdû cuda nakin. Ji bo derûnnas û bi giştî pisporên zanistên civakî yên kurd ji ber çend sedeman girîng e ku di xebatên xwe de siyaseta asîmîlasyonê û çewisandinê îşaret bikin û bikevin nav hewldanên dekolonîzekirinê. Îroroj, nasnameya kurdan ya çandî, zimanî û civakî tê tepisandin. Mebesteke karê me jî têkoşîna li dijî vê neheqiyê ye. |
|
Kuşkusuz ağırlıklı olarak insan ruhsallığına odaklanmak sizi Kürtçe yayınlar arasında biricikleştiriyor. Peki bu konuda yalnız hissediyor musunuz? Türkiye veya başka ülkelerden üniversite gibi kurumsal veya kişisel partner veya destekçileriniz var mı? |
Bêguman, bala we ya sereke ya li ser tendirustiya derûnî, we di nav weşanên kurdî de yekane dike. Derbarê vê, gelo hûn xwe bi tenê hîs dikin? Hevparên we yên sazî an takekesî hene? Ji Tirkiyê yan ji welatên din, wek zanîngehan alîgirên we hene? |
|
Elbette bu işin zorlukları mevcut. Keşke psikoloji alanında daha fazla dergi veya başkaca Kürtçe yayınlar olsaydı. O zaman birbirimizden yararlanabilir ve daha güzel işler için birlikte çalışabilirdik. Ve evet, yalnız hissettiğimizi söyleyebiliriz; yine de bu his bizi yaptığımız işten soğutmuyor. Bilakis bu sorumluluk işimizi ciddiyetle yapabilmemiz için bize daha fazla güç veriyor. Bu işi sekiz yıldır yapıyoruz ve her yeni sayıda bizden sonra gelip, bu çabayı yükseltecek yeni kişilerin heyecan, coşku ve sorumluluğu altındayız. Biz bu dergiyi birkaç psikolog, bir sosyal hizmet uzmanı ve Kürtçe üzerine çalışan öğretmen bir arkadaşla birlikte çıkarıyoruz. Bu faaliyeti hepimiz gönüllü olarak sürdürüyoruz. Türkiye veya başka ülkelerden hiçbir üniversite ya da kuruluştan bir maddi destek almıyoruz. Ancak yazı, çeviri, çalışma ve araştırmalarıyla, değerlendirme ve yorumlarıyla pek çok kişi bize destek oluyor ve gücümüzü güç katıyorlar. Her zaman söylediğimizi sizin aracılığınızla bir kez daha dile getirelim: Kapımız herkese açık. Her kim psikoloji alandaki araştırma ya da değerlendirmeleriyle bize destek olursa, biz bundan ancak memnun oluruz. |
Helbet zehmetiyên wê hene. Xwezî di qada derûnnasiyê de gelek kovar an jî weşanên dîtir ên bi kurdî hebûna. Wî çaxî me dikarîbû ji hev sûd werbigirin û bo xebatên hê baştir bi hev re bixebitin. Belê, em dikarin bêjin em xwe tenê hîs dikin lê ev hîskirin me ji karê me sar nake, berevajî vê bêhtir hêzê dide me ku em bi wê berpirsiyariyê karê xwe hê cidîtir bikin. Ev heşt sal in em vî karî bi rê ve dibin û bi her hejmara nû em di wê berpirsiyariyê de ne ku dê ev kar kelecan û coşa kesên nû, kesên ku dê piştî me bên û vî karî bikin zêdetir bike. Em çend hevalên derûnnas, hevaleke me ye pispora xizmeta civakî û hevalekî me yî mamoste ku li ser zimanê kurdî xebatên wî hene vê kovarê derdixînin. Em hemû jî bi awayekî xwebexş vî karî dikin. Li Tirkiyeyê an jî li welatên dîtir em ji ti zanîngeh û saziyan alîkariyeke madî nastînin. Lê gelek kes bi nivîs, werger û xebat û lêkolînên xwe; bi nêrîn û şîroveyên xwe alîkariya me dikin û hêza me xurttir dikin. Jixwe em her tim dibêjin û dixwazin dîsa bi rêya we jî bibêjin; deriyê me ji her kesî re vekiriye. Kî bikaribe di vê qadê de çi bi xebatên xwe çi jî bi nirxandinên xwe alîkariya me bike em ê kêfxweş bibin. |
|
Hedef kitle ve praksis bahsi |
Li ser xwendevan û pratîkê |
|
Biraz anekdota dayalı olacak ama öğrencilik yıllarından hatırladığım kadarıyla psikoloji dâhil olmak üzere sosyal bilimlerin hemen her alanına Kürt illerinden yoğun bir ilgi vardı. Herhalde okuyucu kitleniz bu genç ve eğitimli kuşaktan oluşuyor olsa gerek, yanılıyor muyum? Bir de bu trend devam ediyor mu? Lisans ve üstü öğrencileriyle muhabbetiniz nasıl? |
Hinekî wekî anekdotê ye, lê ji salên xwe yên zanîngehê bi bîr tînim, ji bajarên kurdan eleqeyeke xurt hema hema ji bo her qadên zanistên civakî hebû, derunnasî jî di nav de. Ez texmîn dikim xwendevanên we ji vî nifşê ciwan û perwerdekirî pêk tê, rast e? Gelo ev meyl berdewam e? Têkiliya we bi xwendekarên zanîngehan re çawa ye? |
|
Evet, dergimizin okurları arasında üniversite öğrencilerinin yanı sıra her yaştan insan var. Elbette lisans, master ve doktora öğrencilerinin dergiye ilgisi daha yüksek hem dergi hem de farklı konulardaki ihtiyaçlar doğrultusunda onlarla alışverişimiz baki. Bildiğiniz gibi Kürtler birçok yere dağılmış durumdalar, dolayısıyla sadece Kürdistan’dan değil birçok ülkeden okurlarımız var. Öte yandan dergimiz bir psikoloji dergisi olsa da sadece psikoloji öğrencileri ve psikologlar tarafından okunmuyor. Psikiyatri, sosyal hizmet, çocuk gelişimi profesyonellerinden ve diğer sosyal bilim alanlarından pek çok kişi de dergimize büyük ilgi gösteriyor. Zaten dergi için sadece psikologlar da yazı göndermiyor. Psikiyatristler, sosyal hizmet uzmanları, psikolojik danışmanlar, özel eğitim öğretmenleri vb. de çeşitli konular hakkında kaleme aldıkları yazılarla dergimizde yer buluyorlar. |
Belê, di nav xwendekarên kovarê de li gel şagirtên zanîngehan ji her temenî mirov hene. Helbet meyla şagirtên lîsans, master û doktorayê ya li ser kovarê pir zêde ye; hem ji bo kovarê hem li ser mijarên cuda û li gor hewcedariyê em bi hev re didin û distînin. Hûn jî dizanin kurd belavbûyî ne loma ne tenê ji Kurdistanê; ji gelek welatan xwendekarên me hene. Ji hêla din ve kovara me kovara derûnnasiyê ye lê ne tenê ji hêla şagirtên derûnnasiyê û derûnnasan ve tê xwendin. Gelek kesên ji pîşeyên psîkiyatrî, xizmeta civakî, geşedana zarokan û zanistên din ên civakî jî eleqeyeke mezin didin kovarê. Jixwe ne tenê derûnnas ji bo kovarê nivîsan dinivîsin. Psîkiyatrîst, pisporên xizmeta civakî, şêwirmendên derûnî, mamosteyên perwerdehiya taybet û hwd jî li ser mijarên curbicur dinivîsin û ev nivîs di kovarê de cih digirin. |
|
Göründüğü kadarıyla işinizin önemli bir kısmı çeviri faaliyetine dayanıyor. Kuşkusuz psikoloji alanı için kavramsal bir harita çıkarmak bile başlı başına çok hayati bir iş. Yalnız, derginin basılı olarak dağıtılması tercihinizin arka planda yaptığınız devasa emeği biraz görünmez kıldığını düşünüyorum. Dergiyi basılı olarak çıkarmanın avantajlar ve dezavantajları neler? |
Xuya dike ku beşeke mezin ji xebata we li ser wergerê ye. Bêguman, amadekirina nexşeyeke têgihî ji bo qada derunî bi serê xwe karekî girîng e. Lêbelê, ez bawerim tercîha we ya belavkirina kovara çapkirî karê mezin ku we li pey xwe hiştiye hinekî nexuya dike. Li gorî we kîjan fêde û kêmasîyên weşandina kovara çapkirî hene? |
|
Evet, özellikle çeviriye çok önem veriyoruz. Bu biraz da psikoloji alanındaki Kürtçe çalışmaların azlığından kaynaklanıyor. Ne kadar çeviri yapsak da az, zira geç kaldık. Psikolojinin klasik/temel kaynakları hâlâ Kurmancîye kazandırılmış değil. Çevirilerimizin buna önayak olacağını düşünüyoruz. Çeviri aracılığıyla dillerin sınırlarının ne kadar genişlediğini görüyoruz. Başlarda çok zorlandık ancak farklı dillerden, farklı alanlardan yazılarımız arttıkça bu zorlukların yavaş yavaş ortadan kalktığını gördük. Şimdi ise diğer sosyal bilim alanlarının çevirilerinde geç kalmanın üzüntüsünü yaşıyoruz. Evet, psikoloji alanında bir kavram haritası çıkarmak zahmetli. Bu zorluğu görüyoruz. Fakat bu alanda bir boşluğu doldurduğumuzu -hâlâ yapılması gereken çok şey var- ve birçok kişiyi dergi çatısı altında bir araya getirdiğimizi görmek bütün zorlukları unutturuyor. Gönül rahatlığımız, bahtiyarlığımız da bundandır zaten. Basılı dergi meselesine gelecek olursak, tabii ki dezavantajları çok. Öncelikle basım, dağıtım, az okunma bilhassa Kurmancî bir yayın için büyük bir sorun. Kanunlara bakarsanız Kürtçe/Kurmanci yayıncılık yapmak için hiçbir engel yok. Gel gör ki, üzerindeki baskı devam ediyor. Basım alanında ilk sayılarımız için J&J Yayınları, şimdi ise Avesta Yayınları’nın -10. sayıdan bu yana- yardımıyla yayına devam etme kararını sürdürdük; ki bu nedenle gönülden bir teşekkürü hak ediyorlar. Derginin basılı olmasındaki ısrarımız şuradan geliyor: Madem bu alanda tek bir dergi var; o zaman, o da basılı olsun. Kitapçılarda, kütüphanelerde insanlar görsün, dokunsun. Ayrıca, diğer dillerde çokça dijital dergi olduğu doğru fakat basılı olanlar da az değil. |
Rast e, em bi taybetî wergerê gelekî girîng dibînin. Ev hinekî jî ji ber wê ye ku di qada derûnnasiyê de bi kurdî xebat kêm in. Em çiqasî wergerînin jî kêm e, em dereng mane. Çavkaniyên klasîk/sereke yên derûnnasiyê hê jî nehatine wergerandin bo kurmancî. Em difikirin ev werger dê rê li ber vê vekin. Herweha bi wergerê em dibînin bê sînorê zimên jî çiqasî berfireh dibin. Di seriyê pêşî de me gelekî zehmetî dît lê her ku ji zimanên cuda, mijarên cuda nivîsên me zêde bûn, me dît hêdî hêdî zehmetî ji holê radibin û niha jî em pê diêşin lewra ji bo wergerandina qadên din ên zanistên civakî em dereng mane. Erê, derxistina nexşeyeke têgihî bo qada derûnnasiyê zehmet e. Em vê zehmetiyê dibînin. Lê gava em dibînin me di vê qadê de valahiyek dagirtiye -em dizanin hê jî jê re divê- û gelek însan di bin banê kovarê de anîne cem hev, hemû zehmetî tên jibîrkirin. Dilxweşî, bextewariya me jî ev e. Ger em bên ser pirsa kovara çapkirî, helbet dezavantajên wê pir in. Berî her tiştî mesrefên çapê, belavkirin, xwendina kêm nemaze bo weşanên kurmancî pirsgirêkeke dijwar e. Tu li qanûnan binêrî ti asteng li ber weşangeriya kurdî/kurmancî nînin lê zexta li ser berdewam e. Lê di warê çapkirinê de bo hejmarên pêşî alîkariya JJyê û niha jî -ji hejmara 10an û vir ve- alîkariya Weşanên Avestayê kiriye ku em ji biryara çapkirinê neyên xwar û spasiyeke ji dil heq dikin. Li gel vê israra me ji wê tê ku di vê qadê de tenê kovarek heye, bila ew jî çapkirî be. Bila li kitêbfiroşan, li kitêbxaneyan însan wê bibînin, destê xwe bidinê. Û ji bilî vê jî bi zimanên din rast e, kovarên dijîtal gelek in lê yên çapkirî jî ne hindik in. |
|
Diğer yandan malum sürekli gelişen siber uzam ve yapay zekâ teknolojilerini Kürtçe lehine beslemek için çevrim içi içerik sağlamak çok önemli. Çevrim içi yayıncılık süreçlerine nasıl bakıyorsunuz? Veyahut bu konuda başkaca iş birlikleri veya projeleriniz var mı? |
Ji aliyekî din ve, pêşkêşkirina naveroka ser înternetê ya bi teknolojîyên sîber û jîriya çêkirî ku her roj bi pêş dikevin, ji bo kurdî pir girîng e. Hûn çawa li pêvajoyên weşana online dinêrin? An jî di vî warî de hevkarî û projeyên we yên din hene? |
|
Evet, dediğiniz gibi gün be gün dijital dünya ve yapay zekâ gelişiyor ve ortaya yeni şeyler çıkıyor. Bu gelişmeler bilim ve yayıncılık alanında da kendini gösteriyor. Doğrusu Psychology Kurdî olarak biz de her geçen gün gelişen bu dijital alanda yer almak istiyoruz. Fakat bildiğiniz gibi bu da başlı başına bir iş ve bunun için de bazı imkânlar lazım, ki bu konuda da çaba gösteriyoruz. COVID döneminde özel bir sayıyı online olarak yayınladık, yanı sıra 6-7 Şubat depremlerinin ardından ‘Afet Sonrası Psikoljik Durum, Travma ve Yardım’ isimli el kitapçığımızı online ve basılı olarak yayınladık. Psychology Kurdî şu anda sadece basılı olarak yayınlanıyor ancak gelecekte sayılarımızı online olarak da basıp yaymayı düşünüyoruz. |
Belê wekî ku we jî anî zimên roj bi roj qada dîjîtal û jîriya çêkîrî pêştir dikeve û tiştên nû derdikevin holê. Ev pêşketin di qada zanistî û weşangeriyê de jî rû didin. Bi rastî wekî Psychology Kurdî em jî dixwazin di vê qada dîjîtal de cih bigirin ku roj bi roj bi pêş dikeve. Lê wekî ku hûn jî dizanin ev jî xebateke din e û bo vê jî derfet lazim in û em bo vê yekê jî hewl didin. Di dema COVIDê de me hejmareke taybet bi awayekî online belav kir û ji bilî vê piştî erdheja 6-7 Sibatê ya li Tirkiyeyê me destpirtûkek bi navê “Rewşa Derûnî Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” hem bi awayekî online hem jî bi awayekî çapkirî belav kir. Psychology Kurdî niha tenê bi awayê çapkirî diweşe lê di pêşerojê de em difikirin ku bi awayekî online jî hejmarên xwe belav bikin û biweşînin. |
|
İlgililere öneri ve uyarılar |
Ji bo têkildaran re pêşniyar û hişyarî |
|
Bildiğim kadarıyla sosyal bilimler alanında kısa süreli Derwaze örneği dışında pek fazla Kürtçe çalışma yapılmadı, yanılıyor muyum? Siz dergicilik faaliyeti yürütürken ne tür kaynaklardan faydalanıyorsunuz? Ek olarak ilgili okuyucularımız için psikoloji alanında başucu kaynağı sayılabilecek çevrim içi veya çevrimdışı sözlük ve/veya derlemelerden bahsedebilir misiniz? |
Ya ku ez dizanim, xêncî nimûneya Derwazê ya demkurt, di warê zanistên civakî de xebateke zêde nehatiye kirin, rast e yan na? Hûn di karûbaren xwe yên kovarê de kîjan çavkaniyan bi kar tinîn? Herweha, gelo hûn dikarin ji bo xwendevanên me yên têkildar li ser ferhengên online an offline û/an li ser berhevkariyên referans ên di warê derûnnasiyê de çend gotinan bêjin? |
|
Hayır, yanılmıyorsunuz. Derwaze sosyal bilim alanında yayın yapan akademik bir dergiydi ama uzun zamandır yeni sayı yayınlamadılar. Zarema da sosyal bilimler alanında makaleler yayınlıyordu; artık çalışmalarını dijital olarak sürdürüyorlar. Bunun dışında Nûbihar Akademî de sosyal konularla ilgili yazılara yer verip faaliyetlerini sürdürüyor. Bunlara ek olarak, her ne kadar çalışmaları çoğunlukla dil ve edebiyat alanında olsa ve başka dillerden yazılara açık olsalar da Kurdiyat, Kurdîname, IJOKS (International Journal of Kurdish Studies), JMS (The Journal of Mesopotamian Studies) gibi akademik dergiler de var. Kaynaklara gelecek olursak, sosyal bilimler alanındaki diğer tüm dergiler gibi biz de sosyoloji, antropoloji, pedagoji ve edebiyat dergilerine yöneliyoruz ve disiplinler arası bir şekilde hareket ediyoruz. Eğer Kürtçe ve dijital sözlükleri soruyorsanız, bildiğimiz kadarıyla bu tarz bir sözlük yok. İlk zamanlar Tahir Şerîf Ebdilsitar’ın 1985’te Arap harfleri ve Sorani lehçesiyle yazıp, Bağdat’ta bastığı ve İngilizce-Arapça-Kürtçe bir sözlük olan Qamûsî Derûnnasî (Psikoloji Sözlüğü) isimli sözlüğü çok işimize yaradı. Fakat maalesef tüm psikoloj terimlerini içermiyordu. Onun dışında 2023 yılında Saifullah A.Maye ve Nasrallah H. Sitey tarafından hazırlanan, Arap harfleri ve Kurmancî lehçesiyle yazılmış, Psychological Terms (Psikolojik Terimler) isimli sözlük de bizim için yararlı oldu. Yine de psikoloji alanı günden güne genişliyor ve ne yazık ki, sözlüklerimiz bu durum karşısında kısıtlı kalıyor. Bu eksikliği görüyor ve bu nedenle her sayıda psikoloji terimlerine de yer veriyoruz. Terimler belli bir seviyeye ulaştı ve şimdi bunları psikolojiyle ilgilenenlere yakın bir zamanda ulaştırmak için gözden geçiriyoruz. |
Na, hûn ne xelet in. Derwaze kovareke akademîk bû di qada zanistên civakî de lê ji zû ve ye hejmarên wê yên nû neweşiyan. Zarema jî gotarên ji qada zanistên civaki diweşandin lê niha bi awayekî dijîtal xebatên xwe didomîne. Ji bilî van Nûbihar Akademî jî cih dide nivîsên qada civakî û xebata wan berdewam e. Ji bilî van herçiqasî xebatên wan bêhtir di warê ziman û edebiyatê de bin, bi zimanên din nivîsan qebûl bikin jî kovarên akademîk ên wekî Kurdiyat, Kurdîname, IJOKS (International Journal of Kurdish Studies), JMS (The Journal of Mesopotamian Studies) hene. Ger em bên ser çavkaniyan, wekî hemû kovarên qada zanistên civakî em berê xwe didin civaknasî, mirovnasî, pedagojî û wêjeyê jî û bi awayekî înterdîsîplîner tevdigerin. Hekê hûn ferhengan bipirsin ên dîjîtal û bi kurdî tiştê em dizanin nînin. Ferhenga Tahir Şerîf Ebdilsitar a bi navê Qamûsî Derûnnasî (îngilîzî-erebî- kurdî) ku sala 1985an bi soranî û tîpên erebî li Bexdayê çap bûye di serê pêşî de gelekî bi kêrî me hat lê mixabin hemû têgih/termên derûnnasiyê venahewîne. Ji bilî vê ferhenga Psychological Terms ku sala 2023an ji aliyê Saifullah A.Maye û Nasrallah H. Sitey ve hatiye amadekirin (bi tîpên erebî û kurmancî) bo me sûdwer e lê dîsa mixabin derûnnasî roj bi roj geş dibê û ferhengên me li gor vê teng dimînin. Em vê kêmasiyê ferq dikin û ji ber vê jî di her hejmarê de cih didin termên derûnnasiyê jî. Ev termên me gihan astekê û em niha di ber çavan re derbas dikin bo di wextekî nêzîk de bigihînin ber destê kesên têkildarî xebatên derûnnasiyê. |
|
Size sormak istediğim diğer bir konu ise psikolojinin uygulama sahasıyla ilgili. Malum temel bilim olmasının ötesinde psikolojinin önemli bir kısmını sağaltım ve rehabilitasyon faaliyetlerine ayrılan psikoterapi uygulamaları oluşturuyor. Bu da genelde DSM veya ICD gibi uluslararası tanı kılavuzlarına ve çeşitli ekollerden pratik uygulamalara dayanıyor. Bu alanda da çeviri veya yerelleştirme faaliyetleri yapıyor musunuz? Yapıyorsanız ne gibi zorluk ve ihtiyaçlarla karşılaşıyorsunuz? |
Dixwazim tiştekî din ji we bipirsim li ser aliyê bikaranîna derûnnasîye. Hûn ji dizanin, derûnnasî ji zanisteke bingehîn zêdetir ji pratîkên psîkoterapiyê pêk tê ku beşeke girîng ji wan jî dermankirin û rehetkirin e. Ev jî bi gelemperî li ser rêbernameyên teşxîsê yên navneteweyî yên wekî DSM an ICD û karên pratîk ên ji ekol û fikrên cuda ye. Gelo hûn di vê qadê de xebatên wergerê an jî herêmîkirinê dikin? Ger hûn dikin, hûn bi çi zehmetîyan re rû bi rû dimînin û hewcedariyên we yên qadê çi ne? |
|
Evet, sizlerin de bildiği üzere DSM ve ICD gibi teşhis ve sınıflandırma kılavuzları yeni araştırmalar, hastalıklar ve toplumsal değişimler ışığında revize ediliyor. En son DSM-5 ve ICD-11 çıktı, şu anda hastalıkların teşhisi ve sınıflandırması için bu kılavuzları kullanıyoruz. Fakat şunun da farkındayız ve unutmamalıyız ki: “Orta sınıfa bir yaşam standardını salık veren ve insanların para verip kendilerini iyi hissetmeleri için araçsallaşmış bir sektör söz konusu”. Önerilen her yol ve yöntemi körü körüne uygulamamalıyız, her ülkenin koşulları farklı ve psikoloji de sandığımız gibi günahsız değil. Öte yandan elbette bu gibi kılavuzları ve psikolojinin temel kaynaklarını Kurmancîye çevirmek istiyoruz. Ancak bunun için hem zamana hem de maddi desteğe ihtiyaç var. Şu anda elimizde İngilizceden Kürtçeye çevirmekte olduğumuz travma üzerine bir kitap var. Bir yandan da psikoloji terimlerinin basımı için çalışıyoruz. Daha önceleri de bazı kurumlar aracılığıyla birkaç psikoloji testini çevirmiştik. Ancak yerelleştirme farklı bir iş ve bunun için alandan birçok uzmanın iş birliğine ihtiyaç var. |
Belê, wekî ku hûn jî dizanin rêberên teşxîs û senifandinê yên wekî DSM û ICDyê li gorî lêkolîn û nexweşiyên nû û guherînên civakî tên revîzekirin. Herî dawî DSM-5 û ICD-11 derketine, niha jî bo teşxîs û senifandina nexweşiyan em van rêberan bi kar tînin. Lê em di wê ferqê de ne û divê em ji bîr nekin, “sektorek heye ku standardên jiyanê difroşe çîna navîn û bûye amûr bo mirov pereyên xwe bidin û xwe baş hîs bikin”. Divê em bi korayî her rê û rêbazên pêşkêşkirî bi kar neyînin lewra her welat şert û mercên xwe cuda ne û derûnnasî jî ne weke ku em dizanin bêguneh e. Û pirsa din, helbet em dixwazin rêberên weke van û pirtûkên serekê yên derûnnasiyê wergerînin kurmancî. Lê bo vê yekê hem wext lazim e hem jî alîkariya madî. Niha li ber destê me pirtûkeke li ser trawmayê heye ku em ji îngilîzî bo kurmancî werdigerînin û li ser çapkirina termên derûnnasiyê dixebitin. Û berî niha jî bi rêya hin saziyan me wergera çend testên derûnnasiyê jî kiribû. Lê herêmîkirin jî karekî cuda ye û hevkariya gelek pisporên ji qadê lazim e bo vê. |